Çima korona zêdetir bandorê li zilaman dike?

Ji ber ku pêketina bi vîrûsa koronayê (Covid-19) bandorê li ser hormona testosteronê dike, korona zêdetir bandorê li zilaman dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber ku pêketina bi vîrûsa koronayê (Covid-19) bandorê li ser hormona testosteronê dike, korona zêdetir bandorê li zilaman dike.

Lêkolînerên li Zanîngeha Mêrsînê ya Tirkiyê li ser hormona testosteronê, ligel 200 zilamên pêketiyên koronayê lêkolîn kirine û derketiye holê ku rêjeya hormona wan a testosteronê kêm bûye.

Li gor lêkolînê, zêdetirî %51ê wan zilaman tûşî hipogonadizm bûne ku laşê wan bi awayekî pêwîst, hormona testosteronê çênake.

Ev jî eşkere dike ku peywendiyeke rasterast heye di navbera asta testosteronê û tundiya her nexweşiyeke zilaman de, ji ber ku ev hormon ji bo bihêzkirina sîstema berevaniyê girîng e.

Herwiha di lêkolînê de derketiye holê ku ew kesên bi vîrûsa koronayê ketine, lê nîşanên pêketinê li ser wan tinebûne jî, asta testosteronê di laşê wan de kêm bûye.

Kêmbûna testosteronê li ser tendirustiya dil û bilindbûna zexta xwînê jî bandorê dike.