Ermenistan rexne li Îsraîlê dike

Hikûmeta Ermenistanê ragihand ku Balyoxaneya welatê xwe yê li Îsraîlê Armin Simbatyan bang kiriye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Ermenistanê ragihand ku Balyoxaneya welatê xwe yê li Îsraîlê Armin Simbatyan bang kiriye, da ku li ser helwesta Îsraîlê û şandina çekan bo Azerbaycanê, ligel wî bişêwirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Ermenistanê ragihand: “Em niha di rewşekê de ne ku rûbirûyî dijminahiya serbazî ya Azerbaycanê bûne. Tirkiye piştevaniya serbazî ya Azerbaycanê dike. Di vê rewşê de firotina çekên Îsraîlî bo Azerbaycanê cihê nîgeraniyê ye û nayê qebûlkirin.”

Herwiha diyar kir: “Ermenistan çendîn car helwesta xwe li ser vê mijarê bi rêya kanalên dîplomatîk gihandiye Îsraîlê. Ji ber vê yekê Wezareta Derve, balyozê xwe yê li Îsraîlê bang kiriye, da ku ligel wî bişêwire.”

Roja yekşemê 27ê Îlona 2020an, careke din şer di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de li ser herêma Qerebaxê qewimî. Şerê vê carê yê di navbera her du welatan de, şerê herî metirsîdar ê 20 salên derbasbûyî yê li wê herêmê tê dîtin.

Ermenistan ragihandiye ku Azerbaycan bi piştevaniya serbazên Tirkiyê êrîş kiriye ser xetên artêşa Ermenistanê ya li herêma Qerebaxê. Li hember wê, hikûmeta Azerbaycanê jî diyar dike ku hêzên Ermenistanê gulle berdane xelkê Azerbaycanê.