Macron: Îslam di nav krîzê de ye, êm ê çareser bikin!

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dibêje, "Îslam li hemû cîhanê di nav krîzekê de ye. Divê em li hember îslama cûdaker têkoşînê bikin. Ji ber ku ew dixwazin civakekî dijber çêkin."

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dibêje, "Îslam li hemû cîhanê di nav krîzê de ye. Divê em li hember îslama cûdaker têkoşînê bikin. Ji ber ku ew dixwazin civakekî dijber çêkin."

Macron ser li devera Les Mureaux da. Ev deber, çiyayî ye û li derdora Parîsa paytext e.

Macron wiha dibêje:

"Em ê li Frenseyê, îslamê ji hêzên derekî rizgar bikin. Li dijî mela û komeleyên ji derveyî welat tên em ê gavên giring bavêjin.

Em ê li dibistanan giringiyê bidin dersên erebî. Em ê giringiyê bidin têgihiştan baştir a îslamê. Em destûrê nadin wekî salên berê ji Tirkiye, Cezayîr û Fasê mamoste werin û li welatê me dersên ziman bidin.

Ez naxwazim mijaran tevlîhev bikin, lê belê divê em qebûl bikin ku konsepteke îslamî ya radîkal heye ku ji bo înkarkirina sîstema civakî ya Fransayê dixebite."

Macron amadeje bi wê yekê dike ku, li dibistanên Frensa, dixebatên spor û çandî de cûdakeriya jin û mêran dikin.

Her Macron wiha dibêje: "Divê li ser dibistanên dînî yên taybet çavdêriya nêz bê kirin. Divê sînorek ji bo hînkirin û xwendina li malê bê danîn."