Piştî Trump, encamên testên Pence û hevjîna wî diyar bûn

Niha jî encamên testên Mike Pence û hevjîna wî Karen Pence hatin aşkira kirin.

Navenda Nûleyan (K24) - Rêveberiya Qesra Spî ragihandibû ku Serokê Emrîka (DYA) Donald Trump û hevjîna wî Melania Trump bi koromayê ketine. Niha jî encamên testên Mike Pence û hevjîna wî Karen Pence hatin aşkira kirin.

Li gor encamên testên vîrûsa koronayê malbata Pence bi koronayê neketine.

Berdevkê Pence li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihand ku, rojane testên koronayê tên kirin. Îro serê sibê encamên cêgirê serok û xanima dûyemîn negatîv derketin.

Her wiha Trumpî ragihand ku nexweşiyê bi sivikî derbas dikin. Dê bikarin karên xwe yên bangeşeya hilbijartinan berdewam bikin.