Karvedanên ser bûyera avêtina 2 kurdan ji helîkopterê

Yek ji wan ji 2 welatiyên ku li Şax a Navçeya Wanê hatibûn desterkirin Servet Tûrgût piştî ku 20 roj di beşa lezgîn a nexweşxaneya Lêkolînê ya Wanê de tedawî dît, canê xwe ji dest da.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di 11'ê Îlonê de li Gundekî navbera Şax a navçeya Wanê û Elkê ya navçeya Colemêrge 2 welatiyên Kurd Servet Tûrgût û Osman Şîban, ji aliyê hêzên ewlehiya Tirk ve hatine desteserkirin û malbat û xizmên wan, 3 roj bi şûn de, pê dizanin ku ew li nexweşxaneyê ne. Hatibû îdîakirin ku Servet Tûrgût û Osman Şîban ji Helîkopterê de hatine avêtin.

Yek ji wan ji 2 welatiyên ku li Şax a Navçeya Wanê hatibûn desterkirin Servet Tûrgût piştî ku 20 roj di beşa lezgîn a nexweşxaneya Lêkolînê ya Wanê de tedawî dît, canê xwe ji dest da. Her du Welatiyan Servet Tûrgût û Osman Şîban ragihandibûn ku li wan êşkence hatiye kirin û ji helîkopterê hatine avêtin.

Parêzgariya Wanê jî daxuyandibû ku Servet Tûrgût ji zinarek bilind de ketiye û Osman Şîban jî li dijî hêzên ewlehiyê derketiye, loma jî li hember wî darê zorê hatiye bikaranîn.

Partiyên Siyasî û malbatê jî agahî û boçûnên xwe yên li ser buyerê ji Kurdstan24 ragihandin.

Birayê Servet Tûrgûtê cangorî Naîf Tûrgût ragihand ku birayê Wî, li nav zeviyê dema ku ka tijeyî torbeya dike, hêzen ewlehiyê tên û birayê Wî û Osman Şîban dester dikin. Dema ku ew dipirsin ku ve dibin jî, ji wan re tê gotin ku dê îfadeyên wan bê girtin. Lê 2 roj nikaribûne ku tu agahî bistînin û roja 3. dizanin ku li nexweşxaneyê ne.

Naîf Tûrgût birayê Servet Tûrgût ji K24ê re got: "Ev 20-21 roj in ku li nexweşxaneyê bû, tabî diyarbû derbên gelek giran xwariye. Agahiyên di destên me de dibêjin ku ji bilindahiyê da ketiye û xuya ye ku ji helîkopterê avêtine. Em Jî li pişt vê dozê ne, heta dawîyê. Eb dibêjin bila heqê me winda nebe. Madem saxlem desteser kiribûn, bila radestî dadgeh û dadwerî bikirina. Wê demê 40 sal, 50 sal jî ceza bidana bi me xweş bû."

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê yê Diyarbekirê Zeyad Ceylan, anî ziman ku ev buyer nişan dide ku polîtîqayên Tirkiyeyê li hember Kurdan d içi astê de tê meşandin û bale kişand ku kesên li Kurdan êşkence bikin, Kurdan bikujin û çi êriş li Kurdan bikin tên parastin loma jî Êriş, Kuştin Û Êşkenceyên Bi Vî Rengî Bi Berdewam Rû Didin.

Hevserokê HDP yê Diyarbekirê Zeyad Ceylan dibêje: "Hesav nepirsîn, li ber buyerên wiha xweş diike û diibe sedem ku zêdetir rû bidin. Heger li ser meseleya helîkopterê lêpirsîn bihata kirin, hikumet li ser rawestiya û bersûcan ceza bikira, me yê jî bigota ku ev buyereke munferîd e û ji aliye şexsî ve hatiye kirin, lê sistematik nîn e. Lê dema ku em baş li van buyeran dinihêrin, dibinin kul i Sakaryayê êşkence tê kirin, li ciyekî din ji ber bi Kurdî diaxifin tên qetil kirin, li ciyekî din ji bo bi Kurdî distrê qetil dikin, ê nayên ceza kirin."

6 parlamenterên HDP'ê, dîsa parlamenterên Partiya Komarî a Gel CHP'ê û partiya Demokrasî û Pêşveçûnê DEVA'yê jî pêşnûme û pirsname dabûn parlamentoya Tirkiyeyê ku ev buyer bê lêkolîn kirin, zelal kirin û agahiiyên rast bo raya giştî bên ragihandin.

Serokê CHP'ê yê Wanê Mehmet Kûrûkçû jî piştî ku serdana Malabata Servet Tûrgût û Osman Şîban kir, da zanîn ku 2 îdîa hene û divê di çarçoveya hiqûqî û dadwerî de bê zelal kirin.

Serokê CHP'ê yê Wanê Mehmet Kûrûkçû diyar dike: "Min bi malabatan re jî pêwendî danî. Beriya buyerê di navbera hêzên ewlehiyê û teroristan de şer derdikeve û 3 leşker tên şehîd kirin. Piştre jî ev buyer rû dide. Em wek CHP, dixwazin ev buyer bê zelal kirin û bi tu awayî êşkence kirin û kiryarên der hiqûqî qebûl nakin. Emê heta dawiyê şopînerê vê buyerê bin. Komisyona mafên mirovan a partiya me, bi baldarî buyerê dişopîne."

Serokê partiya DEVA yê Diyarbekirê û hiqûqns Cîhan Ulsen jî bale kişand ku piştî 2002'an heta 2015'an li Tirkiyeyê êşkence û buyerên wiha kêmbûbûn, lê di 5 salên dawî de, ji ber ku kiryar nayên ceza kirin her diçe rûdanên bi vî rengî zêde dibin.

Serokê Partiya Deva yê Diyarbekirê Cîhan Ulsen got: "Êşkence di serdêmên şer de jî, tawan e û qedexe ye. Li gel ku ev qedexe heye û tawaneke dij miroviyê jî ku bi destê peywirdarên dewletê tê binpê kirin di nav civakê de ne aramiyên mezin peyda dike. Sedema zêdebûyîna êşkenceyan, bê ceza hiştin e, yanî peywirdar dibêjin em çi jî bikin dê ceza nestînin û loma jî ev buyer zêde dibin. Divê maf û azadiyên welatiyan di bin garantiya hiqûqê de bin. Lê buyerên wiha nişan dide ku civak di binmmetirsiyê de ye."

Osman Şîbanê ku bi Servet Tûrgût re hatibû desterser kirin jî, li nexweşxaneya leşkerî ya Wanê, di beşa çavdêriya lezgîn de tedawiya wî berdewam dike.