Li rojavayê Kurdistanê 79 kesên din Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 79 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 79 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand, 79 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Haletên hatine tomarkirin: 11 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 10 kes li Dêrikê, 7 kes li Girkê Legê, 1 kes li Amûde, 1 kes Tirbesipiyê, 22 kes li Reqayê, 11 kes li Kobaniyê, 9 kes li Tebqa û 4 kes li Minbicê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 10 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 1918 kesan, ji wan 496 kes baş bûne û 69 kesan jî canê xwe ji dest dane.