Li Tirkiyê 1603 kes bi koronayê ketin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 57 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 8 hezar û 498 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 57 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 8 hezar û 498 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 5ê Cotmehê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1603 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 326 hezar û 46 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1320 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 286 hezar û 370 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Hejmara nexweşên me yên giran ber bi kêmbûnê ve diçe. 1603 nexweşên me hene. Divê em hejmara nexweşên aktîv kêm bikin. Eger em di tedbîran de yek bibin, em dikarin bi ser bikevin. Bi hev re pabendî tedbîran bibin û hêz bidin hêza me.”