Rivlin: Alîkariya Îsraîlê bo Azerbaycanê li dijî ti dewletekê nîne

Serokomarê Îsraîlê Reuven Rivlin ji Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan re ragihandiye ku alîkariya Îsraîlê bo Azerbaycanê li dijî ti dewletekê nîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Îsraîlê Reuven Rivlin ji Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan re ragihandiye ku alîkariya Îsraîlê bo Azerbaycanê li dijî ti dewletekê nîne û hêviya xwe aniye ziman ku Balyozê Ermenistanê di demeke nêz de vegere Tel Evîvê.

Reuven Rivlin diyar kiriye ku peywendiyeke dûrûdirêj a Îsraîlê ligel Azerbaycanê heye û alîkariya navbera van her du welatan li dijî ti aliyekî nîne, ligel vê yekê jî Îsraîl girîngiyê dide bihêzkirina peywendiyên xwe yên ligel Ermenistanê û amade ye li ser asta mirovî alîkariya Ermenistanê jî bike.

Serokomarê Îsraîlê Reuven Rivlin hêviya xwe aniye ziman ku di demeke nêz de Balyozê Ermenistanê vegere Îsraîlê.

Ermenistan hefteya borî biryar da ku Balyozê xwe yê li Îsraîlê bang bike Erîvanê, da ku li ser nûçeyên behsa wê yekê dikin ku Îsraîl çekan dide Azerbaycanê, bişêwire.

Roja yekşemê 27ê Îlona 2020an, careke din li ser herêma Qerebaxê şer di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de qewimî.

Şerê vê carê yê di navbera her du welatan de, şerê herî metirsîdar ê 20 salên derbasbûyî yê li Qerebaxê tê dîtin.

Ermenistan ragihandiye ku Azerbaycan bi piştevaniya serbazên Tirkiyê êrîş kiriye ser xetên artêşa Ermenistanê ya li herêma Qerebaxê.

Li hember wê, hikûmeta Azerbaycanê jî diyar dike ku hêzên Ermenistanê gulle berdane xelkê Azerbaycanê.