Tiwalêta 23 milyon dolarî gihişt îstgehê

Hêjayî gotinê ye ku ev tiwalêt ji bo taqîkirinê (ceribandinê) ye.

Hewlêr (K24) - Tiwalêta (WC) 23 milyon dolarî li gel kargoya kelûpelan bi geştiya fezayî gihişt Îstgeha Fezayê ya Navneteweyî (ISS). Hêjayî gotinê ye ku ev tiwalêt ji bo taqîkirinê (ceribandinê) ye.

NASA'yê ji bo karmendên îstgeha fezayê tiwalêteke bi 23 milyon dolaran çêkiriye. Ev tiwalêt bi geştiya fezayê a bi navê Cygnus gihişt Îstgeha Fezayê ya navnetewyî.

NASA'yê li ser Twitterê daxûyaniyek da û diyar kir ku geştî bi destikê robotîk xwe bi îstgehê ve girê dide.

Her wiha di geştiyê de xwarin, pêdiviyên bingehîn û amûrên lêkolînên zanistî hene. Giraniya kargoyê 3.4 ton e.

Tiwalêta 23 milyon dolarî ji bo cihên bê giravî (erdkêş û rakêş) hatiye çêkirin. Heger ceribandin serkeftî be, dê paşrojê ji bo astronotên li ser Hîv û Marsê bên bikaranîn.

Ev tiwalêt ji bo anatomiya jinan jî hatiye gûncandin. Heger encam serkeftî be dê 2024 li gel astronotên hîvê bête şandin.