PAK'ê Komxebata xwe ya Vîdeokonferansê li dar xist

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) roja yekşemê (18.10.2020) dê 2'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Enqere pêk bîne.

Hewlêr (K24) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) roja yekşemê (18.10.2020) dê 2'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Enqere pêk bîne.

Li gor agahiyên Bûroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAK'ê dane, "Meclîsa Partîyê biryar dabû ku berîya 2'yemîn Kongreya xwe ya Asayî, bi armanca amadekariya Kongreyê li Amedê bi beşdarîya delege, endam û alîgirên PAK'ê û bi beşdarîya mêvanên ji her çar perçeyên Kurdistanê û gelê me Komxebatekê li dar bixe."

Her wiha hat diyar kirin ku "Ji ber xeterîya şewba koronayê, ev Komxebata fiîlî hate betal kirin û li şûna wê bi eynî armancê di roja yekşemê, 04.10.2020ê Komxebata Vîdeokonferansê ya Amadekirina 2yemîn Kongreya Giştî ya PAKê hate li dar xistin".

Li gor agahiyên Bûroya ÇapemeniyaPAK'ê vîdeo-konferansê wiha berdewam kir:

"Komxebata Vîdeokonferansê bi beşdarîya nêzîkî 90 delegeyên ku ji Kurdistanê, Tirkîyeyê û ji Ewrûpayê hatibûn tesbît kirin pêk hat.

Piştî ku Dîwan a Komxebatê hatin hilbijartin, Dîwanê reşnivîsa Rojeva Komxebatê pêşkêşî delegeyan kir û Rojeva Komxebatê hate qebûl kirin.
Komxebat bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Li gorî rojava ku hatibû qebûl kirin, Serokê Giştî yê PAK'ê Birêz Mustafa Özçelik di derbarê xebatên PAKê yên 3 salên bihurî de û di derbarê rewşa Kurdistanê, herêmê û cîhanê de axaftinek kir.

Piştî axaftina Birêz Mustafa Özçelik, delegeyan hem hemû raporên xebatê û hem jî treşnivîsa bernameya xebatê ya PAK'ê ya jibo 2 salên pêş ku berîya Komxebatê ji delegeyan re hatibûn pêşkêş kirin nirxandin, bîr û ray û pêşniyarîyên xwe pêşkêş kirin.

Nêzîkî 90 delegeyên Komxebata PAK'ê, 10 seetan bi dîsîpleneke rêk û pêk, li ser dîgital platformê, bi awayekî serkeftî û berhemdar Komxebata xwe li dar xistin.

Jibo xurt kirin û nû kirina Meclîsa PAKê bi beşdarîya jin, genc û kadroyên nû,biryarên hêvîdar hatin girtin.

Herweha piştî nirxandineke berfireh, bernameya xebatê ya PAKê ya 2 salên pêş de hate tesbît kirin.

Komxebatê , ji bo midaxale kirina pêvajoya sîyasî ya li Bakurê Kurdistanê, biryarên girîng girtin.

Biryar û pêşniyarîyên ku di Komxebata Vîdeokonferansê ya ji bo Amadekarîya 2yemîn Kongreya Asayî ya PAKê hatine girtin, di 2'yemîn Kongreya Asayî ya PAKê ya ku di roja 18.10.2020ê li Enqereyê dê bê li dar xistin de weke fermî dê bêne pejirandin.

Li gel rewşa xerab a ku ji ber şewba koronayê rûdaye jî, li dar xistina Komxebata Vîdeokonferansê ya PAK'ê, di meşa doza azadîya Kurdistanê de jibo PAKê û jibo gelê me destkeftineke mezin bû."