Li rojavayê Kurdistanê 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 80 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketin û 2 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 80 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 2 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên bûrî yên vîrûsa Koronayê belav kir û ragihand, 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan. Yek ji wan li Qamişlo û yê din li Amûdê ye.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand jî, 80 kesên din jî bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Haletên hatine tomarkirin: 23 kes li Hesekê, 26 kes li Qamişlo, 17 kes li Dêrikê, 7 kes li Girkê Legê, 2 kes li Amûde, 2 kes Dirbêsiyê, 1 kes li Rimêlanê, 1 kes li Çilaxa û 1 kes li Til Temirê.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 17 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 1919 kesan, ji wan 503 kes baş bûne û 71 kesan jî canê xwe ji dest dane.