WHO: Hêviya me heye heta dawiya îsal dermanê koronayê amade bibe

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) Tedros Adhonam Ghebreyesus ragihand; hêviya me heye ku heta dawiya îsal dermanê koronayê amade bibe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) Tedros Adhonam Ghebreyesus ragihand; hêviya me heye ku heta dawiya îsal dermanê koronayê amade bibe.

Tedros Adhonam Ghebreyesus di axaftineke xwe de diyar kir: “Pêwîstiya me bi vaksînê heye, hêviyek jî heye, dibe ku di dawiya îsal de derman bikeve destê me. Hêviyek heye.”

Niha mekanîzmayên pêşvebirina vakîsînên COVAX ku ji aliyê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî ve tê serperiştkirin, kar li ser 9 vaksînên bijarte yên dijî vaksînê dikin, armanca vê yekê jî ew e ku heta dawiya sala 2021ê, nêzîkî 2 milyar vaksîn li cîhanê werin belavkirin.

Ev di demekê de ye ku gelek welat, ji wan Rûsya, Brîtanya, Amerîka, Fransa û Çîn li ser amadekirina vaksîna li dijî koronayê dixebitin.