Artêşa Iraqê: Li Neynewayê endamê herî girîng ê DAIŞê hat destesekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Îstixbarata Serbazî ya Iraqê ragihand ku di çarçoveya operasyoneke serbazî û îstixbaratî de li sînorê parêzgeha Neynewa, yek ji endamên herî girîng ê DAIŞê hat desteserkirin.
Îro sêşemê Dezgeha Îstixbarata Serbazî ya Iraqê ragihand ku di operasyoneke taybet de endamê DAIŞê yê bi navê "Er Reqawî" li gundê "El Kuseyrîn" ê ser bi nahiya "Hemdaniye" ya li rojavayê parêzgeha Neynewayê hate desteserkirin.
Li gor daxuyaniyê, "Er Reqawî" yek ji endamên herî girîng ê DAIŞê ye ku ser bi firqeya "El Kewasîr" a terorîst bû û beşdarî gelek şerên ku DAIŞê li dijî hêzên Iraqê encam dane, bûye.
Herwiha yek ji wan kesan bûye ku li gor madeya 4 a terorê, ji aliyê dadgehê ve fermana girtina wî hatibû derxistin.