Zarokên Kobanî fêrî wênexêziyê dibin

Zarokên Kobaniyê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hûnerê fêrî wênexêziyê dibin.
kurdistan24.net

 

Kobanî (K24) - Zarokên ji Kobanî li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hûnerê fêrî wênexêziyê dibin. 

Mihemed Simo dibêjê, "Wênexêzî erkekî jiyana min e." Lewra li derfeteke fêrbûna wênexêzî digeriya. Ta ku ew beşdarî vê perwerdehiyê bû. Kkarîbû di heyama 3 mehan de gavên mezin bevêje. Bi vî rengî riya pêkanîna xewnên xwe vekir.

Mihemed, ji salên xwe yên desitpêkê ji wênexîziyê hezdikir. Li dîbistan û malê hêweyet û hûnera xwe bi kar dianî.

Navenda Baqî Xido a Çand û Hûnerê ev perwerdehî li dar xistiye. Li gel Mihemed 20 zarokên din beşdar bûne.

Rahênerê (mamosta) wênexêziyê Zehreddîn Mûslim dide zanîn ku li destpêkê bi komir û risasê wan fêr dikin. Piştre dê wan bi rengan perwerde bikin.

Her wiha diyar dike ku li dawiyê dê pêşengehek ji bo wan were li darxistin. Dê taployên wan têde werin pêşkêşkirin.

Li gor rehêneran asta yekemîn a perwerdehî ji bo 6 mehan e. Piştre dê xwendekar bikarin derbasî astên bilindtir bibin.

Li gor zanyariyan li Kobani zarok meyla fêrbûna wênexêziyê dikin. Piraniya wan jî keç in. Pispor dibêjin sedem ew e ku wênexêzî derûniya wan rehet dike.