Li Tirkiyê mirinên bi koronayê ji 8600 kesan derbas kir

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 56 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 8 hezar û 609 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 56 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 8 hezar û 609 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 7ê Cotmehê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1581 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 329 hezar û 138 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1411 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 288 hezar û 954 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Îro 1581 nexweş hatin tomarkirin. Hejmara nexweşên giran dest bi kêmbûnê kiriye. Kêmkirina hejmara nexweşên giran, bi destpêkirina tedawiya zû ya nexweşan mimkun e. Xebatkarên me yên tendirustiyê bi xîreteke zêdetirî şiyana mirovan dixebitin. Em bi hev re di têkoşînê de alîkariya wan bikin.”