"Li Kerkûkê bazirganiya madeyên hişber gihiştiye dibistanan"
Kerkûk (K24) – Grûpa Şeqam li ser rewşa ewlehî û civakî ya Kerkûkê hişyarî da û ragihand ku niha bazirganiya madeyên hişber gihiştiye dibistanên keçan ên li bajêr.
Grûpa Şeqam li Kerkûkê daxuyaniyeke çapemeniyê da û diyar kir ku niha rojane çendîn haletên bazirganîkirina madeyên hişber hene û kesên ku madeyên hişber bi kar tînin, zêde bûne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Ev kareset e. Ev li Kerkûkê karesate civakî û ewlehî li pey xwe tîne. Ewên ku ewil ziyanê dibînin, zarokên hejaran in. Mixabin gihiştiye nava dibistanan û heta nava dibistanên keçan jî.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Ji bilî madeyên hişber, rêjeya xwekuştinê jî li Kerkûkê zêde bûye. Li gor amarên li ber destan, di dema koronayê de 32 kesan xwe kuştine û dosyeyên bazirganîkirina madeyên hişber, zêdetirî 200 dosye ne.”
Grûpa Şeqam ji îdareya Kerkûkê û desthilatdaran daxwaz kir ku van haletan çareser bikin û erkê xwe bi astengkirina karên bi vî rengî, bi cih bînin.