Peyama Serok Barzanî li ser salvegera wefata Dr. Nûredîn Zaza

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 32yemîn salvegera wefata damezrînerê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Nûredîn Zaza peyamek belav kir.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 32yemîn salvegera wefata damezrînerê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Nûredîn Zaza peyamek belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Sîh û du sal di ser koça dawî ya têkoşer û xebatkarê Kurd Dr. Nûredîn Zaza re derbas dibe. Nuredîn Zaza damezrênerê Partiya Demokrata Kurd li Sûriye û Sekreterê Yekemê Partiya Kurdî bû ku li Sûriye dest bi çalakiyên siyasî kir.

Xwedê jêrazî Nûredîn Zaza ji malbateke niştimanperwer û şoreşgerê Kurd bû ku temenê xwe di xebata siyasî û rewşenbîriya bi navê doza rewa ya gelê xwe de serf kir û di wê rêyê de koçberî û zîndaniyê jî dîtiye.

Niha em di demekê de bîranîna xwedê jêrazî Nuredîn Zaza dikin ku paşeroja gelê Kurd li Sûriye rûbirûyê gefên mezin bûye. Pêwîst e bi hewla hemû aliyek û berdewambûna wê xebata siyasî ya Nûredîn Zaza û hevalên wî berd û kevirê binaxe û bingehê bûn, mafê rewa yê gelê Kurd li Sûriye biçespê û dawiya bi êşên Kurd li Sûriye bê anîn.

Di dawiyê de em bîranîna xwedê jêrazî Nûredîn Zaza bi bilind radigrin û hêviya serkeftinê ji bo hemû azadîxwazan û niştimanperwerên gelê Kurd û pêkanîna armancên rêbaza Kurdayetiyê dixwazin.

Mesûd Barzanî

08.10.2020