Şerê PKK û artêşa Tirkiyeyê: Leşkerekê canê xwe ji dest da!

Li herêmâ şerî leşkerên Tirkiyeyê operasyonan pêk tînin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Agirî (bakûrê Kurdistanê) di navbera PKK û leşkerên Tirkiyeyê de şer çêbû. Leşkerekî Tirkiyeyê birîndar bû yekê jî canê xwe ji dest da. 

Li gor Ajansa Andolu ya Dewleta Tirkiyeyê, dûh şev  li navçeya Bazid (Dogu Beyazid) di navbera PKK û leşkerên Tirkiye de şer derket. 

Di encamê de 2 leşker birîndar bûn. Leşkerekê li nexweşxaneya Doktor Yaşar Eryılmaz canê xwe ji dest da. Leşkerekî din li nexweşxaneya Agirî ya Perwerdehî û Lêkolînê tê dermandkirin. 

Li herêmâ şerî leşkerên Tirkiyeyê operasyonan pêk tînin.