Fermandarekî bilind ê HPGê canê xwe ji dest da

Endamê Konseya HPGê Egîd Civyan, li Wanê di encamê şer û pevçûnekê de canê xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Konseya HPGê Egîd Civyan li Wanê di encamê şer û pevçûnekê de canê xwe ji dest da.

Fermandariya Giştî ya HPGê da xuyakirin, Egîd Civyan bi navê din Wehdedîn Karay, li navçeya Şaxa Wanê di encamê şerê û pevçûnên bi leşkerên artêşa Tirkiyê re canê xwe ji dest daye.

HPGê da diyar kir, bûyer 11'ê Îlonê rû daye, lê ji ber sedemên ewlekariyê, karîne niha wê nûçeyê ragihînin.

Egîd Civyan, Endamê Konseya HPGê û Berpirsê Giştî yê Eyaleta Botanê bû ku ji di lîsteya sor ya Tirkiyê de bû.