Hewlên avakirina Şingalê dest pê dikin

Beşeke mezin a rêxistinên navdewletî û welatên alîkar, piştî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê, dest bi amadekariyên avakirina Şingalê kirin.

Hewlêr (K24) – Beşeke mezin a rêxistinên navdewletî û welatên alîkar, piştî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê, dest bi amadekariyên avakirina Şingalê kirin. Ev jî piştî wê yekê tê ku hemû rêxistinên navdewletî û Neteweyên Yekbûyî ji ber hebûna PKKê karên xwe rawestandibûn. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jî ji bo avakirina Şingalê amadekarî dike.

Şingal yekane cih e li Iraqê ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî karên xwe yên gihandina alîkarî û avakirinê li wê derê daye sekinandin, ev jî ji ber gerîlayên PKKê ku li wê deverê rê li ber gihandina destê alîkariyê digrin. Piştî ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî karên xwe dabû sekinandin, rêxistinên navdewletî yên ser bi Neteweyên Yekbûyî jî karên xwe dabûn rawestandin.

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed diyar kir: “Me xwe amade kiriye ku ligel cîbicîkirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê, para mezin a karên dezgeha me, bo Şingalê be. Ji bo vê yekê jî, em dest bi bangewaziya berfireh ji bo avakirina Şingalê dikin.”

Ji ber ku navê PKKê di nav lîsteya terorê de ye û ew bi xwe jî rêgirî li gihandina alîkariyên rêxistinên navdewletî yên li Şingalê dike, hemû rêxistinan, karên xwe dabûn sekinandin.

Pisporê Karûbarên Navdewletî Kirmanc Usman destnîşan kir: “Ji ber sedemên ewlehî û nerewa û neyasayî hebûna PKKê li Şingalê, rêxistinan alîkariyên xwe nagihînin wê deverê.”

Rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê, ji bilî asayîkirina rewşa ewlehş û vegerandina awareyan, derfetek e ji bo rêxistinên navdewletî û Neteweyên Yekbûyî, ku çavên wan li cîbicîkirina rêkeftinê ye, da ku beşdar bin di avakirina wê navçeyê de û bi sedan milyon dolar ji bo avakirinê amade kirine, yek ji wan jî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ku xwe ji bo gihandina alîkarî û avakirinê amade kiriye.