Sala nû ya perwerdehiyê li Tirkiye û bakur bi nîgeraniyan dest pê kir

Werzê nû yê perwerdehiyê li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê, li gel rênima û bergiriyên pandemiyê dest pê kir.
kurdistan24.net

 

Diyarbekir (K24) - Werzê nû yê perwerdehiyê li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê, li gel rênima û bergiriyên pandemiyê dest pê kir. Perwerdekaran di serdema pandemiyê de destpêkirina werzê nû yê perwerdehiyê de pirsgirêk û fikarên xwe ragihandin.

Werzê nû yê perwerdehiyê li Tirkiyeyê, ji ber pandemiyê bi gengeşî û fikaran dest pê kir. Îsal dê hem li ser înternetê online perwerdehî bê kirin, hem jî li dibîstanan rû bi rû. Perwerdekar jî balê dikşînin ku pandemî li ser perwerdehî û saziyên perwerdehiyê jî bandorên neyênî dike û li gel girtina bergiriyan bi fikar dest bi werzê nû dikin.

Hevseroka Şaxa 1. ya Sendîqaya Kedkarên Perwerdehiyê (Egitim-Sen) a Diyarbekirê Emîne Akşahîn ragihand ku bi taybetî li dibîstanên li gund û deverên derveyî bajaran binesaziya dibîstanan li gor pandemiyê amade nîn in û derfetê perwerdehiya online gelek kêm e.

Emîne Akşahîn ji Kurdistan24ê re diyar kir: "Ez li dibîstana gundekî kar dikim û îro min dît ku tu amadekariyên rênimayên pandemiyê li wir nehatibûn kirin. Teqrîben ji 18 milyon xwendekarên ku îro dest bi xwendinê dikin 6 milyon nikarin online beşdarî perwerdehiyê bibin. Em dibêjin: divê amadekariyên perwerdehiya rûbirû baş bên amadekirin û perwerdehî wisa dest pê bike. Lê em ji rewşa niha bi fikar in û emê hewl bidin ku ev pêvajo baş birêve biçe."

Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê teqrîben 18 milyon xwendekar hene û teqrîben milyonekî jî mamoste û perwerdekar hene.

Mamosteyê rehberiya xwendekaran Abdulhalik Yeşîlyer ê ku li dibistaneke taybet e jî tîne ziman ku pandemî li ser dibîstanên taybet gelek bandorên neyînî kiriye û li gor sala borî xwendekar ji %75 kêm bûne û ew jî bi tengasiyên mezin dest bi perwerdehiyê dikin.

Abdulhalik Yeşîlyer ragihand: "Em bi gelek pirsgirêk û zehmetiyan re dest bi perwerdehiyê dikin. Hem xwediyên saziyên perwerdehiyan, hem jî em kedkarên perwerdehiyê ji pandemiyê bandrorên neyînî dibînin. Me hemû tevdîran wergirtiye da ku perwerdehî tendurist bê kirin, lê bi her awayî karê me û barê me girantir bûye."

Werzê îsal yê perwerdehiyê, bi biryara Wezareta Perdehiyê ya Tirkiyeyê hem rû bi rû hem jî online dê bê kirin. Li bajar û navçeyan ji ber pandemiyê perwerdehiya rû bi rû dê heftê 2 roj bê kirin, lê li dibîstanên gundan dê bi rênimayan re heftê 5 roj bê kirin. Kesên ku nexwazin xwendekaran bişînin dibîstana jî dê bikarin online beşdarî perwerdehiyê bibin.