Serok Barzanî: Divê astengiyên li ber cîbicîkirina rêkeftina Şingalê nemînin

Serok Mesûd Barzanî îro çarşemê 14ê Cotmeha 2020an li Selaheddîn pêşwaziya Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey kir.

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro çarşemê 14ê Cotmeha 2020an li Selaheddîn pêşwaziya Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî û aboriya Iraqê û encamên pejika korona li ser jiyana giştî ya li Herêma Kurdistan û Iraqa Federal hate nirxandin. Herwiha ronahî xistin li ser metirsiyên terorê û ew gefên rûbirûyê proseya siyasiya Iraqê û Herêma Kurdistanê dibin.

Her di vê hevdîtinê de Balyozê Brîtanya yê li Iraqê destxweşiyê li rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê kir ku li navbera Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye îmzekirin û hêviya wê yekê jî xwest ku ew rêkeftin bê bicihkirin.

Di derbarê vê babetê ve Serok Barzanî palpiştiya xwe ya ji bo hikûmeta Mistefa Kazimî û rêkeftina Şingalê dûpat kir û ev jî xisterû ku pêwîst e ew gef nemînin ku rêgir in li ber bicihkirina rêkeftina Şingalê û vegerandina koçberan.

Hilbijartinên dahatû yên Iraqê mijareke din a vê hevdîtinê bû.