Necmedîn Kerîm di salvegera xiyaneta 16ê Cotmehê de peyamek belav kir

Ofîsa Parêzgarê berê yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di sêyemîn salvegera xiyaneta 16ê Cotmehê de peyamek belav kir.

Hewlêr (K24) – Ofîsa Parêzgarê berê yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di sêyemîn salvegera xiyaneta 16ê Cotmehê de peyamek belav kir û ragihand: “Ji bo desthilatdariya yekalî ya serbazî ya hikûmeta Iraqê, li Kerkûk û deverên cihê nakokiyê, tawankariyên erebkirin û veguhestin û hewla jêbirina ziman û şûnasiya Kurdan tê dayîn.”

Peyama Necmedîn Kerîm wiha ye:

Welatiyên ezîz ên Kerkûk Kurdistanê

Xizmên serbilind ên şehîdan

Pêşmergeyên parastina ax û niştiman

Îro sê sal di ser tawankariya 16ê Cotmehê û dagirkeriya serbazî ya Iraqê bo bajarê Kerkûkê û deverên cihê nakokiyê re derbas dibe, ku hikûmeta Iraqê ji hemû bingehên yasayî û destûrî û nirxên mirovahiyê dûr, derheqê nişteciyên van deveran de encam da.

Welatiyên ezîz; li gor destûr û yasayan, xwedîtiya îdarî û yasayî û ewlehî û serbazî ya Kerkûkê û van deveran, divê bi hevbeşiya navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêmê were birêvebirin. Lê belê mixabin di nava 3 salên piştî bûyerên 16ê Cotmehê de, ne ku hikûmeta navendî yekalî hikumraniya van devera kir, di heman demê de ji bo desthilatdariya yekalî ya serbazî ya hikûmeta Iraqê, li Kerkûk û deverên cihê nakokiyê, tawankariyên erebkirin û veguhestin û hewla jêbirina ziman û şûnasiya Kurdan tê dayîn.

Ji ber vê yekê, bidawîkirina vê pêvajoya hikma yekalî ya hikûmeta navendî li Kerkûkê û li van deveran, zerûreteke tekez e û li ser vê rewşê gotûbêjên navbera Herêm û Bexdayê li ser asayîkirina rewşa van deveran, pêngavên wan berdewam in û hêviyek bo gihiştina rêkeftineke dawî heye. Herwiha divê rola Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê were zêdekirin, ku ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê û hemû deverê derveyî Herêma Kurdistanê bixebitin.

Di dawiyê de ez spasiya xweragiriya welatiyên Kerkûk û deverên cihê nakokiyê dikim û serê rêzgirtinê bo şehîdên parastina Kerkûk û Kurdistanê ditewînim.