Ermenistan: Heta niha 552 amûrên serbazî yên Azerbaycanê hatine têkbirin

Navenda Ragihandinê ya ser bi hikûmeta Ermenistanê ragihand; ji destpêka şerê li Qerebaxê ve, 552 amûrên serbazî yên Azerbaycanê hatin têkbirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya ser bi hikûmeta Ermenistanê ragihand; ji destpêka şerê li Qerebaxê ve, 552 amûrên serbazî yên Azerbaycanê hatin têkbirin, ku di nav wan de wesayîtên zirxpoş û firokeyên bêfirokevan hene.

Navenda Ragihandinê bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Di şer de 181 firokeyên bêfirokevan, 21 firoke, 16 firokeyên helîkopter û 4 sîstemên mûşekavêj, hemû ser bi artêşa Azerbaycanê bûn, hatin têkbirin û wêrankirin.”

Li gor daxuyaniya Ermenistanê, hêzên wan ji destpêka şer heta niha 5959 kes di şer de ji dest dane.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku firokeyeke bêfirokevan xistine xwarê û 6 zirxpoş û tankek hatine têkbirin û 120 kes jî di 24 demjimêrên dawî de hatine kuştin.