PDKê li ser şewitandina baregeh û Ala Kurdistanê peyamek belav kir

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser şewitandina baregeha Liqa 5 a PDKê û Ala Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Hewlêr (K24) – Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser şewitandina baregeha Liqa 5 a PDKê û Ala Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Em ji Hikûmeta Federalî daxwaz dikin, di demeke herî nêz de rêkarên yasayî li hember encamderan pêk bîne, ku komeke naskirî ye û li ser tawana xwe daxuyaniyek belav kirine, herwiha em nîgeranî û dilgiraniya xwe jî nîşan didin li ser xemsariya wan hêzên ku parastina baregehê bi wan hatibû spartin.”

Daxuyaniya PDKê wiha ye:

Îro serê sibehê 17ê Cotmeha 2020an, beşeke sergerdan a ji milîsan, ku ji prensîpên niştimanî û hestkirina berpirsyariyê dûr in, li dijî demokrasî û azadî, êrîş kirin ser baregeha Liqa 5 a partiya me û bi awayekî dûr ji nirxên niştimanî û pêkve jiyanê, baregeh û Ala pîroz a Kurdistanê şewitandin.

Em bi awayekî herî tund, vê kiryarê şermezar dikin, ku li hember baregehekê hatiye kirin ku tenê erkê encamdana çalakiyên siyasî di çarçoveya yasayan de dike.

Di heman demê de em hişyarî didin ku kesên navê "Rub'ullah" li xwe danîne û hevkarên wan, kiryarên wan dûr û nêzîk peywendiya wan bi Îslamê re tine ye û navê Îslamiyetê tenê ji bo nuxumandina tawanên xwe bi kar tînin. Bi van reftaran, temamê proseya siyasî ya Iraqê dixin rewşeke metirsîdar û ji bo îstiqrara Iraqê û aştiya civakî gef in û hukumraniyê jî ber bi heldêr dibin.

Em li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), tevî şermezarkirina van kiryarên neşaristanî, ji Hikûmeta Federalî daxwaz dikin ku di demeke herî nêz de rêkarên yasayî li hember encamderan pêk bîne, ku komeke naskirî ye û li ser tawana xwe daxuyaniyek belav kirine, herwiha em nîgeranî û dilgiraniya xwe jî nîşan didin li ser xemsariya wan hêzên ku parastina baregehê bi wan hatibû spartin, lê mixabin weke pêwîst erkê li ser milê xwe pêk neanîn û ti rêgirî li têkderan nekirin.

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

17ê Cotmeha 2020an