Alîgirên Heşda Şe'bî baregeha PDKê şewitandin

Baregeha Liqa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê, ji hêla alîgirên Heşda Şe'bî ve hat şewitandin.

Bexda (K24) – Baregeha Liqa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê, ji hêla alîgirên Heşda Şe'bî ve hat şewitandin.

Alîgirên Heşda Şe'bî bi ala Heşdê, avêtin ser Baregeha Liqa 5 a PDKê û tevî şewitandina baregehê û bilindkirina ala milîsan li ser baregehê, Ala Kurdistanê jî şewitandin.

Nûçegihanê Kurdistan24ê yê li Bexdayê ragihand; tevî ku hêzên çalakiyên sivîl li cihê rûdanê bûn, ti rêgirî li alîgirên Heşda Şe'bî nekirin.

Êrîşkirina ser Baregeha Liqa 5 a PDKê piştî wê yekê tê, ku Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî li ser hesabê xwe yê Twitterê behsa wê yekê kir ku beşek ji milîsan, li ser asayîş û aramiya Iraqê, bûne metirsî.

Êrîşkirina ser baregehên nûneratî û aliyên siyasî, pirsgirêkeke mezin li ser hikûmeta Iraqê derxistiye holê. Berî niha jî alîgirên Heşda Şe'bî êrîşî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê û nûnerên welatan kiribûn.

Ev jî bû sedema wê yekê ku Bexda weke paytexta herî ne aram a cîhanê were dîtin.

.