Peyama Serok Barzanî li ser şewitandina avahiya PDKê û Ala Kurdistanê

Serok Mesûd Barzanî li ser êrîşa îro ya bi ser Liqa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û şewitandina avahî û Ala Kurdistanê peyamek belav kir.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî li ser êrîşa îro ya bi ser Liqa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û şewitandina avahî û Ala Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand: “Ev êrîş paşketîbûn û bêferhengî û zihniyeta wê koma şerxwaz ji her kesî re nîşan dide.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Agahiya êrîşkirina ser baregeha Liqa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji aliyê komeke têkder ve, gihişte me, ku di encama wê kiryara neyasayî de sivikatî li Ala pîroz a Kurdistanê û ala PDKê kirine.

Em bi awayekî herî tund, wê êrîşa nemerdane şermezar dikin û em li vir radigihînin ku ev cûre êrîş û destdirêjî bi ti awayî ji pêgeha Kurd û nirxên bilind ên gelê Kurdistanê kêm nake, lê bi awayekî eşkere paşketîbûn û bêferhengî û zihniyeta wê koma şerxwaz ji her kesî re nîşan dide.

Em ji Hikûmeta Federalî ya Iraqê çaverê dikin ku rêkarên pêwîst li hember wan êrîşkaran pêk bîne û di heman demê de em tekez dikin ku kesên bixwazin êrîşî PDKê bikin û sivikatî li nirxên gelê Kurdistanê bikin, dê baca wan kiryarên xwe bidin.

Mesûd Barzanî

17ê Cotmeha 2020an