"Tirkiye hêzên xwe ji 8 xalên leşkerî yên li Sûriyeyê vedikêşe!"

Herweha kelûpelên xwe yên li xalên Serman, Til Toqan, Trinbê, Merdîx, Me'er Hetat û xalek li derdora Seraqib jî jinav birin e...

Navenda Nûçeyan (K24) - Tirkiye amadekariya vekşandina hêzên xwe ji 8 xalên çavdêriyê li derdora Idlibê û Hemayê dike.

Rewangeha Sûriye ya Mafên Mirovan belav kiriye ku li gor rêkeftineke bi Rûsya re hêzên Tirkiyeyê  amadekariyan dikin. Da ku ji xalên çavdêriyê yên li derdora Hema û Idlibê derkevin.

Li gor Rewangehê, Hêzên Tirkiyeyê kar li ser jinavbirina kelûpelên xwe yên li  xala Mork û Şêr Mixar li gundewarên Hemayê dikin.

Herweha kelûpelên xwe yên li xalên Serman, Til Toqan, Trinbê, Merdîx,  Me'er Hetat û xalek li derdora Seraqib jî jinav birin e.

Rewangehê belav kiriye ku dibe Tirkiye ji xalên xwe yên li derdora Helebê jî vekişe, ku ew navçe di çarçoveya navçeyên di destê rejîma Sûriyê de ne.