Li Tirkiyê 2026 kesên din bi koronayê ketin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 75 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 9 hezar û 371 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 75 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 9 hezar û 371 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 19ê Cotmehê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 2026 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 349 hezar û 519 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1424 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 305 hezar û 427 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îro 1958 nexweşên me yên nû hatin tomarkirin. Heta ku em hejmara nexweşên giran kêm nekin, zehmet e ku em têkoşîna xwe bibin serî. Em tenê dikarin bi pabendbûna tedbîran bi hev re bi yekkirina hêzên xwe, vê yekê pêk bînin. Em keda xebatkarên xwe yên tendirustiyê, bi alîkariyan bilind bikin.”