Li Stenbolê di Lûtkeya Aştiyê ya Global de Ala Kuristanê bilind bû

Li Stenbolê Lûtkeya Aştiyê ya Global hate lidarxistin. Ciwanên Kurd jî bi Ala Kurdistanê û kincên neteweyî yên Kurdan beşdarî lûtkeyê bûn.
kurdistan24.net

 

Stenbol (K24) - Li Stenbolê Lûtkeya Aştiyê ya Global hate lidarxistin. Ciwanên Kurd jî bi Ala Kurdistanê û kincên neteweyî yên Kurdan beşdarî lûtkeyê bûn. Ciwanên Kurd di lûtkeyê de banga aştiyê û mafê herî rewa yê dewletbûna Kurdan kirin.

Li bajarê Stenbolê bi beşdariya ciwanên 75 welatan Lûtkeya Aştiya Global ya Navdewletî birêveçû. Ciwanên ku ji herêma Kurdistanê jî hatibûn bi Ala Kurdistanê û kincên xwe yên neteweyî beşdarî lûtkeyê bûn.

Şandeya ku ji Kurdistanê beşdarî lûtkeyê bû derbarê aştî û rawestandina şer de du proje pêşkêş kirin û gotar xwendin.

Muhammad Masih Ciwanê Kurd ji Duhokê ku li ser navê Kurdistanê beşdarî lûtkeya li Stenbolê bû dibêje; "me behsa giringiya peşmergeyên Kurdistanê kir ku li dijî DAIŞê şerekî bêhempa meşand û pişta wê anî xwarê û ti metirsî nehişt li nav xaka Rojhilata Navîn. Û em bangê dikin li hemû welatên cîhanê da aştiyê bikin û mafê Kurdan yên dewletbûnê jî binasin."

Muhammad Masih ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Evro me di gotara xwe de behs kir ka çi aştî û pêkve jiyanê heye li Kurdistanê û çend giring e û netweyên din çav li Kurdan bikin. Heta niha li ew parçeyên din ên Iraq û Tirkiyê wê aştiyê nabînin bila bes şer bikin û aştiyê biparêzin.”

Di lûtkeyê de li ser mijarên wek; "perwerdehiya aştiyê, hemwelatiya global, bi hêzkirina civakê ya piştî Covid-19, pêşengên ciwan yên ji bo veguherîna civakî, tevlîbûna ciwanên nav siyasetê û çareseriya newekheviyan" panel û gotar hatin pêşkêşkirin.

Ciwanên Kurd yên ku bi Ala Kurdisanê û kincên xwe yên neteweyî beşdarî lûtkeyê bûn dibêjin; armanca vê lûtkeyê ew e ku boçûn û ramanê aştiyê di nava civakên cîhanê de belav bike. Ciwanên Kurd didin zanîn, wan di vê lûtkeyê de behsa aştî û pêkvejiyana azad kiriye ya li Kurdistanê ku ji Tirkiye, Iraq û hemû cîhanê re bibe wek mînakekê da ku jê sûd wergirin.

Keça Kurd a ji Amedê Jiyan Demîr ragihand: “Ez ji xelqê Amedê me. Ji bakurê Kurdistanê ez tenê li vir im. Kesekî din tune ye. Hevalên me yên ji başûr hene li vir. Her ciwanên li vir ji welatekî hatine ji bo pêkhatina aştiyê da ku karibin bibin deng. Em jî ji bo neteweya Kurd dixwazin bibin deng. Armanca me ev e.”

Herwiha Ciwanê Kurd ji Hewlerê Faris Mahmood diyar dike ku "em jî wek ciwanên Kurdistanê li vir dibêjin em aştîxwaz in û dixwazin aştî li hemû cîhanê pêk bê".

Ciwanên Kurd yên ku beşdarî lûtkeya Aştiyê ya Global bûn ji ber beşdarî û projeyên amadekirine yên li ser aştiyê xelat wergirtin. Ev lûtkeya ku ji aliyê "Global Peace Chain" ve hatiye organîzekirin bi navê Lûtkeya Aştiyê ya Global 2020 di navbeyna 15 û 18ê Cotmehê de li bajarê Stenbolê çû serî û derfetê dide ciwanên cîhanê da karibin projeyên xwe yên derbarê aştiyê de pêşkêş bikin û di warê dîplomasî û zimanê aştiyane de xwe perwerde bikin.