Firokeyên Tirkiyê gundewarê Dêrikê bombebaran kir

Firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê gundewarê Dêrikê yê rojavayê Kurdistanê bombebaran kir

Hewlêr (K24) – Firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê gundewarê Dêrikê yê rojavayê Kurdistanê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de du welatiyan canê xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku firokeyeke bêfirokevan a ser bi artêşa Tirkiyê îro sêşemê 20ê Cotmeha 2020an nêzîkî gundê Mezrî yê ser bi Dêrikaberavê ya Dêrikê bombebaran kir.

Herwiha hat diyarkirin ku du welatiyan di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane.

Tê destnîşankirin ku bûye demek, gelek firokeyên ser bi artêşa Tirkiyê, li esmanê bajarên rojavayê Kurdistanê difirin.