"Sala bê li Iraqê Herêma Sunne dê were avakirin"

Rayedar û çavdêrên siyasî nîşaneyên nû yên avakirina herêma Sunneyan li Iraqê destnîşan dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Rayedar û çavdêrên siyasî nîşaneyên nû yên avakirina herêma Sunneyan li Iraqê destnîşan dikin, piştî ku parêzgeha Enbarê şoreşeke mezin a avakirinê dijî û piştî hêrsa Sunneyan di encama komkujiya Ferhatiye de ku ji aliyê hêzekê ve li başûrê parêzgeha Selahedînê pêk hat û di encamê de 8 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Parlementerekî Sunnî ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin, ji ajansa Şefeq News re ragihandiye ku niha Enbar di şoreşeke mezin a avakirinê de ye ku berê li Iraqê nimûneya wê tine bû û yekem plana wê ew e ku Enbar bibe paytexta herêma Sunnî. Herwiha biryar e ku sala bê, ji ber nerêkûpêkiya ewlehiyê li piraniya parêzgehên Sunne û hêrsbûna ji hebûna hêzên derveyî sîstema polîs û artêşa Iraqê, herêmeke Sunne were pêk anîn.

Parlementerê Sunnî destnîşan kiriye: “Herêma Sunne planeke wisa ye ku piştevaniya Amerîka, welatên Kendavê û herêmî li paş e, ji wan; Erebistana Siûdî, Behreyn û Îmarat.” Herwiha eşkere kiriye: “Ew bi nepenî alîkarî û piştgiriyeke mezin didin ku Enbar bibe bajarekî weke bajarên Kendavê.”

Herwiha diyar kiriye: “Herêma Sunne parêzgeha Enbar û piraniya deverên Selahedînê li xwe digre, ji bilî navçeyên Dîcle û Beled ku ji ber hejmûna Şîe, zehmet e ku bikeve ser herêma Sunne.”

Ji aliyê xwe ve Parêzgarê Selahedînê Emar Xelîl Cibûrî di daxuyaniya çapemeniyê de derbarê komkujiya Ferhatiye de got: "Bûyerên dawî bûne sedema wê yekê ku ji sedî 70ê xelkê Selahedînê ligel bijarteya herêma Sunneyan bibin, da ku ji çeka nerewa rizgar bibin."

Komeke çekdar ku Iraq jê re dibêje "nenas" û Amerîka jî dibêje "Heşda Şe'bî" ye, roja şemiya derbasbûyî, bi cilên serbazî, 12 kes li devera Ferhatiye revandin û piştî demjimêrekê 8 term hatine dîtin û çar ji wan hîn jî çarenûsa wan ne diyar e.