Li rojavayê bilindtirîn amara mirina bi Koronayê hat tomarkirin

Rêveberiya Xweser bilindtirîn amara mirina bi vîrûsa Koronayê li rojavayê Kurdistanê tomar dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser bilindtirîn amara mirina bi vîrûsa Koronayê li rojavayê Kurdistanê tomar dike.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kirin û ragihand, 8 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan. Hewiha 153 kes jî bi Koronayê ketin.

Haletên canjidestdanê wiha ne: 5 kes li Hesekê, 1 kesek li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê û 1 kes li kampa Holê.

Haletên pêketinê jî wiha ne: 28 kes li Hesekê, 17 kes li Qamişlo, 27 kes li Dêrikê, 8 kes li Girkê Legê, 2 kes li Rimêlanê, 6 kes li Amûdê, 1 kes li kampa Holê, 20 kes li Kobaniyê, 15 kes li Tebqayê, 14 kes li Reqayê, 11 kes Minbicê û 4 kes li Dêrazorê.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 11 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 3251 kesan, ji wan 646 kes baş bûne û 103 kesan jî canê xwe ji dest dane.