Goreke bikom li Kerkûkê hat dîtin, qurbanî nehatin naskirin

Polîsa Federalî ya Iraqê goreke bikom li gundekî Kerkûk dîtin, tê de 50 ta 60 term hene. Heta niha gûman derbarê nasnameya qurbaniyan heye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsa Federalî ya Iraqê goreke bikom li gundekî Kerkûk dîtin, tê de 50 ta 60 term hene. Heta niha gûman derbarê nasnameya qurbaniyan heye.

Polîsa Federalî duhî goreke bikom li gundê Dawûd Elewî yê ser bi bajarokê Riyaz ê Kerkûkê ve dîtin. Polîsa Federalî dibêje: Di rastiyê de ew ne goreke bikom e, biqasî ku cihekî kuştina gencên wê navçeyê ye.

Herwiha diyar kir, ew navçe pêştir hatibû valakirin û piştî vegera xelkê ji bo wî gundî, hestiyên 50 ta 60 kesî hatin dîtin. Ew qurbanî jî ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin.

Ji ber ku hestî û çilên li ser terman, kevin diyar dibin, Fermandarê Pêşmerge li Mihwerê Kerkûkê Lîwa Mihemed Rêgir ji K24ê re got: “Destpêkê min gûman dikir ku ew termên Pêşmergeyên dîl bin. Lê piştî min li vîdyoyê dît, gûman dikim ku demeke dirêj di ser kuştina wan re derbas bûye û gûmana min heye ku ew term ne yên serdema DAIŞê bin, belkû yên serdema Enfalan a sala 1988an bin.”

Li gor daneyên Wezareta Pêşmerge, heta sala 2018an herî kêm 44 Pêşmerge winda ne. Herwiha ji destpêka şerê DAIŞê di sala 2014an de û heta jinavbirina fermî ya DAIŞê, nêzîkî 2 hezar Pêşmerge şehîd bûne.

Heta niha zanyariyên temam li ser wan termên di nava gora bikom a Kerkûkê de nîn in. Polîsa Federalî jî dibêje, ew terman radikin û pişknîna DNA jê re dikin, ta ew qurbanî bêne naskirin.

Bi giştî 202 gorên bikom ji aliyê şanda Netewên Yekgirtî bo Iraqê (UNAMI) û nivîsgeha mafên mirovan a ser bi Netewên Yekgirtî ve li Neynewa, Kerkûk, Selahedîn û Enbarê hatine tomarkirin, lê Netewên Yekgirtî dibêje, gorên zêdetir jî hebin.

Li ser wê gora bikomî ya hatiye dîtin, Rêveberê Rêveberiya Şehîd û Enfalkiriyan li Kerkûkê Seyid Xelîl ji K24ê re diyar kir, ew gor li zeviyeke çandiyê li nêzîkî bajarokê Riyaz hatiye dîtin, ji ber wê gûman heye termên Pêşmergeyên dîl jî bêne dîtin.

Da zanîn jî, ew ji duhî ve pêwendiyên dikin, lê heta niha hêzên Iraqî rê nedaye tîmên wan biçin wê deverê, ji ber ew dever ne ewle ye.

Herwiha Seyid Xelîl got: “Soz didim malbatên Pêşmergeyên dîl ku bi berdewamî hewl didin ku em di dema vekirina wê gora bikomî de amade bin.”