Li Tirkiyê zêdetirî 2 hezar kes bi koronayê ketin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 68 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 9 hezar û 513 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 68 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 9 hezar û 513 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 21ê Cotmehê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 2013 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 353 hezar û 426 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1507 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 308 hezar û 449 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îro zêdetirî 2.000 nexweşên me yên nû hatin tomarkirin. Hejmara nexweşên giran bi giştî 1504 e. Xebatkarên me yên tendirustiyê herî zêde ji bo nexweşên me yên giran dixebitin. Kêmkirina barê wan, pêkve bi pabendbûna tedbîran mimkun e. Piştevaniya têkoşînê bikin.”