Mesrûr Barzanî piştgiriya xwe bo zarokên otîzm nîşan da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand; ez hemû wan nerehetiyên kesên tûşî otîzmê bûne û malbatên wan fêm dikim.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand; ez hemû wan nerehetiyên kesên tûşî otîzmê bûne û malbatên wan fêm dikim.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku li Hewlêrê 585 hezar û 240 dolar ji bo Navenda Otîzmê hatiye terxankirin, da ku hemû zarokên tûşî otîzmê bûne, piştgiriyên pêwîst bi dest bixin.

Mesrûr Barzanî eşkere kiriye ku "plana me heye ku li temamê herêmê navendên bi vî rengî pêş bixin".