Rojava.. Desteya Tendirustiyê daxwaza xweparastinê ji welatiyan dike

Hejmara pêketiyên vîrûa Korona li rojavayê Kurdistanê zêde dibe û rojane bI sedan haletan ji aliyê Desteya Tenerustiyê ve têne tomar kirin.
kurdistan24.net

Qamişlo (K24) – Hejmara pêketiyên vîrûa Korona li rojavayê Kurdistanê zêde dibe û rojane bI sedan haletan ji aliyê Desteya Tenerustiyê ve têne tomar kirin. Desteya tesnderustiyê dibêje konên şîniyê û holên şahiyên sedemên sereke yên belavbûna vîrûsê ne. Herwiha dide zanîn ku welatî xwe naparêzin û karînên desteyê ji bo rûbirûbûna Koronayê kêm in.

Di wê derbarê de Cîgirê Heverokatiya Desteya Tendurstiyê Ebdilezîz Xelef ji K24ê re got, nexweşî gelekî belav bûye, wan hîna ti biryar ji bo qedexeyan nestandine. Ew di vê qonaxê de tenê dikarin xelkê ji vê nexweşiyê hişyar bikin.

Navendên kerentînekirinê li Qamişlo û bajarên din, ne di asteke pêwîst de ne. Alav û amûreyên bijîşkî yên pêşketî lê peyda nabin. Herwiha ti sazî û rêxistinên tendirustiyên yên navdewletî ti alîkarî pêşkêşî rojavayê Kurdistanê nekirine. Tenê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevkariyên alav û dermanan şandine rojavayê Kurdistanê.

Ev di demekê de ye, haletên pêketina bi Koronayê yên ji aliyê Desteya Tendirustiyê ve hatine tomarkirin, gihîştiye 3948 haletan û 115 kesan jî bi wê vîrûsê canê xwe ji dest dane.