Mesrûr Barzanî: Derfeta Herêma Kurdistanê heye, di warê çandiniyê de bibe selika xwareka Iraqê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Polanda yê li Iraqê Marcin Kubiak kir.
Di hevdîtinê de behsa pêşxistina zêdetir a pêwendiyên Polanda yên bi Iraqê û Herêma kurdistanê re hat kirin.
Balyozê Polanda yê li Iraqê amadehiya welatê xwe ji bo baştirkirina pêwendîyên bi Herêma Kurdistanê re û bi taybetî jî di warê bazirganî û alîkarîkirina hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna nexweşiya Koronayê nîşan da.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku di çarçoveya karnameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, kar ji bo berfirehkirina aborî û jêderên dahatê dikin û girîngiya mezin didin karta çandiniyê, bi taybet ku li Herêma Kurdistanê derfeta wê heye, di warê çandiniyê de bibe selika xwareka Iraqê.