Parlemana Kurdistanê tekeziyê li piştevaniya xwe ji Fransayê re dike

Şandeke Fermî ya Parlemana Kurdistanê sardana Konsolxaneya Fransayê li Hewlêrê kir û tekezî li piştevaniya gelê Kurdistanê ji Fransayê re kir.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Fermî ya Parlemana Kurdistanê sardana Konsolxaneya Fransayê li Hewlêrê kir û tekezî li piştevaniya gelê Kurdistanê ji Fransayê re kir.

Cîgirê Serokê Parlemana Kurdistanê Hêmin Hewramî ji rojnamevanan re ragihand, “Me ligel piraniya firaksiyonên Parlemanê sardana Konsolxaneya Fransayê li Hewlêrê kir, ji bo helwesta fermî ya gelê Kurdistanê ji Fransayê re zelal bikin.”

Hewramî got: “Gelê Kurdistanê li dijî tundûtûjiya fîzîkî û bîrewerî bi hemû cureyên wê ye. Em şanaziyê bi firehrengiya xwe ya olî û lêborîna olî dikin.”

Horamî tekez kir ku Fransa her tim piştevana doza gelê Kurd bû. Destnîşan kir jî, Danielle Mitterrand yekemîn kes bû serdana kampên Kurdan kir, dema Kurd dihatin enfalkirin bi çekên kîmyewî dihatin kuştin.

Herwiha Hêmin Hewramî da zanîn, Fransa yekem welatê Ewropî bû ku Parlemana Kurdistanê nas kir.

Amaje bi wê jî da, di şerê li dijî DAIŞê, Serokê Fransayê François Hollande yekem serok bû pêwendî bi serkidariya siyasî ya Herêma Kurdisanê, Serok Mesûd Barzanî û Pêşmerge re.

Herwiha got: “Piştî dorpêça ku ji encama referanduma serxwebûna Kurdistanê li ser Herêma Kurdistanê hatiye sepandin, Serokê Fransayê Emmanuel Macron dorpêç şikand û pêşwazî li serokwezîrê wê demê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Qubad Talebanî kir.”

Hewramî diyar kir ku helwesta şanda Parlamenê helwesta fermî ya gelê Kurdistanê ye. Herwiha tekez kir jî, her helwestek ji parlematerekî yan aliyekî derkeve, derbirîna helwesta Parlemana Kurdistanê nake.