Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo roja jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê
Hewlêr (K24) – Bi boneya hatina roja jidayîkbûna Hezretî Mihemed (silavên Xwedê lê bin), Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî misilmanên Kurdistan û cîhanê kir.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi boneya roja jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (s.x.l), ez pîrozbahiyên herî germ li misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim. Ez hêvî dikim bîranîna jidayîkbûna pêxemberê me yê xoşewîst, bibe mayeya xêr û xweşî û aramî û kûrbûna giyana xoşewîstiyê di navbera temamê gel û peyrewên ol û baweriyên cuda de.
Îro ji her demekê zêdetir, pêwîstiya me bi aştî û lêborîn û parastina nirxên bilind ên mirovahiyê heye, ku peyama pîroz a Xwedayê mîhreban e. Ez hêvîdar im ku ev boneya pîroz, ji bo kultura pêkvejiyan û tebayiya li Herêma Kurdistanê û cîhanê, zêdetir hander bibe.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê