Macron: Welatê me rûbirûyî êrîşa "terora îslamî" bûye
Hewlêr (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron li cihê bûyera îro ya li bajarê Nice got: “Welatê me rûbirûyî êrîşa terora îslamî bûye.”
Emmanuel Macron vê êvarê serdana cihê ku îro bûyereke kuştinê qewimî kir û li wê derê ji rojnamevanan re axivî û got: “Em ji ber nirxên me û xwesteka me ya stûxwarnekirina li ber terorê rastî êrîşan tên.”
Macron diyar kir: “Ji bo parastina cihên olî û dibistanan, em ê hêz belav bikin.”
Li bajarê Nice yê Fransayê, îro piştî bûyereke kuştinê, nêzîkî 7 hezar leşker hatin belavkirin.
Biryar e sibe Encûmena Bilind a Berevaniya Fransayê bicive û li ser cûre û şêwaza rûbirûbûna gefan biryar bide.