Li Diyarbekirê kompanya fûarên navdewletî hat ragihandin

Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê (DTSO) û saziyên sivîl, kompanyaya Diyarbekirê ku dê pêşangehan li dar bixe ragihandin.

Diyarbekir (K24) - Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê (DTSO) û saziyên sivîl, kompanyaya Diyarbekirê ku dê pêşangehan li dar bixe ragihandin.

Hat diyarkirin ku piştî kar û xebatên dûr û dirêj, kompanya pêşangehan ji bo ragihandinê amade ye û dê navê ciyê Pêşangehan ya Diyarbekirê jî wek Navenda Fûarên Navneteweyî ya Mezopotamyayê bê guhartin.

Serokê Jûra Bazirganiya Diyarbekirê Mehmet Kaya da zanîn ku ji bo xizmeteke baş ji bo bajarê xwe bikin, bi hevkariya saziyên sivîl û bi kesên pispor re, wan wê kompanyayê damezrandine.

Kaya eşkere kir ku wan li ser mînakên li cîhanê lêkolînan kiriye û li gor serdemê bi vîzyoneke navneteweyî dest bi kar û xebatan dikin.

Hat ragihandin ku dê li gor rewşa pandemiyê, tê pêşbînî kirin ku lidarxistina fûaran heta serê Adarê dest pê bike.