Termê Necmedîn Kerîm bi emanet li Hewlêrê tê veşartin

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm li gor dema Hewlêrê vê sibê, li Amerîkayê ji ber celteya mejî koça dawî kir. Kurdistan24 cihê veşartina termê wî "bi emanet" eşkere dike.

Hewlêr (K24) – Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm li gor dema Hewlêrê vê sibê, li Amerîkayê ji ber celteya mejî koça dawî kir. Kurdistan24 cihê veşartina termê wî "bi emanet" eşkere dike.

Ofîsa Necmedîn Kerîm ji Kurdistan24ê re ragihand: “Termê Necmedîn kerîm bo Kurdistanê tê anîn û li ser wesiyeta wî, bi emanet li Hewlêrê tê veşartin heta wê dema ku Kerkûk azad bibe.”

Ofîsê di daxuyaniya koça dawî ya Necmedîn Kerîm de du wesiyetên wî eşkere kirin, yek ji wan; piştî ku Kerkûk were azadkirin û di bin ewlehî û aramiya hêzên Pêşmerge de be, termê wî li Kerkûkê were veşartin. Wesiyeta duyem jî bi taziyeyê ve girêdayî ye ku ji ber vîrûsa koronayê, daxwaz kiriye ku taziye neyê danîn.

Biyografiya Necmedîn Kerîm:

- Di sala 1949an de jidayîk bûye.

- Perwerdeya amadehiyê li Kerkûkê xwendiye.

- Li Zanîngeha Mûsilê Fakulteya Bijîşkî xwendiye.

- Li Zanîngeha George Washington a li Amerîkayê doktora wergirtiye.

- Di sala 1972an de bûye Pêşmerge.

- Di sala 2011ê de bûye Parêzgarê Kerkûkê.