Li rojavayê Kurdistanê 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li rojavayê Kurdistanê 254 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 6 pêketiyan jî canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê 254 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 6 pêketiyan jî canê xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kir û ragihand, 6 pêketiyên koronayê canê xwe ji dest dan.

Dr. Ciwan Mistefa diyar jî, 254 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Haletên hatine tomarkirin wiha ne: 27 kes li Hesekê, 12 kes li Qamişlo, 28 kes li Dêrikê, 6 kes li Girkê Legê, 3 kes li Amûdê, 1 kes li Rimêlanê, 1 kes li Dirbêdiyê, 2 Tirbesipiyê, 56 kes li Kobaniyê, 42 li Reqayê, 37 li Tebqayê, 32 li Minbicê, 6 li Dêrazorê û 1 kes li Şehbayê.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 3 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 4604kesan, ji wan 707 kes baş bûne û 125 kesan jî canê xwe ji dest dane.