Li rojavayê 3 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li rojavayê Kurdistanê 107 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 3 pêketiyan jî canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê 107 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 3 pêketiyan jî canê xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kir û ragihand, li Dêrikê 3 jinan bi koronayê canê xwe ji dest dan.

Dr. Ciwan Mistefa diyar jî, 107 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Haletên hatine tomarkirin wiha ne: 13 kes li Hesekê, 19 kes li Qamişlo, 26 kes li Dêrikê, 2 kes li Girkê Legê, 3 kes li Amûdê, 2 kes li Çilaxa, 14 kes li Kobaniyê, 13 li Tebqayê, 5 li Minbicê, 2 li Reqayê, 5 li Dêrazorê û 3 kes li Şehbayê.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 12 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 4845 kesan, ji wan 744 kes baş bûne û 130 kesan jî canê xwe ji dest dane.