Peyamek ji Serok Barzanî bo raya giştî ya Kurdistanê

Serok Mesûd Barzanî peyamek ji raya giştî ya Kurdistanê re belav kir:

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) daxwaz dike; rêz li desthilata rewa û yasayî ya Herêma Kurdistanê bigre û hemû wan deveran vala bike ku bi rêya sepandina hêzên çekdarî hatine dagirkirin û bûne metirsî ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê.

Serok Barzanî îro duşemê 2yê Mijdara 2020an peyamek ji raya giştî re belav kir û ragihand: “Dîrok şahidiyê ji me re dike û em serbilind in ku me şerê kurd û kurdan heram kiriye, ji ber ku gelê kurd û hemû aliyên me gelek zirar ji şer û netebayiyê dîtine.”

Di beşeke din a peyama Serok Barzanî de hatiye diyarkirin: “Ji bo rewşa welatê me ji vê zêdetir têk neçe û cihên wêrankirî werin avakirin û rê li ber aloziya zêdetir û bûyerên nexwestî were girtin, pêwîst e rê nedin xwesepandina neyasayî ya ti aliyekî û piştevaniya xebat û qurbaniya Pêşmerge û gelê me yê zilmlêkirî bikin û di asta berpirsyariya vê qonaxê de bin.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Di vê rewşa aloz a ku ev dever tê re derbas dibe û di hemû wan kirîzan de ku li welatê me çêbûne, bi pêwîst dibînim ku bang li hemû Kurdistaniyan bikim ku bi awayekî rastî rûbirûyê vê rewşa ne li bar bibin û di asta berpirsyartiya dîrokî de bin û ber bi asayîkirin û nehîştina alozî û nexweşiyan ve gav biavêjin. Niha Kurdistan ji her demê zêdetir hewceyî zarokên xwe yên dilsoz e, da ku welatê xwe ji nexweşî û planan biparêzin.

Dîrok şahidiyê ji me re dike û em serbilind in ku me şerê kurd û kurdan heram kiriye, ji ber ku gelê kurd û hemû aliyên me gelek zirar ji şer û netebayiyê dîtine.

Lê nabe ev helwesta me bi şaşî bê têgihîştin û bê îstixlalkirin ji bo rûbirûyî desthilata qanûnî ya Herêma Kurdistanê bibin û hewla ferzkirina vîneke çekdarî ya neqanûnî li ser gelê Kurdistanê bê kirin. Nabe helwesta heramkirina şerê kurd û kurd jê derkeve ku aramî û ewlehiya bajar, bajarok û gundan bê têkbirin û welatiyên me neçar bikin ku malên xwe bihêlin, bibin qurbanî, bi neheqî şehîd bibin û kes dengê xwe dernexe.

Piştî êrîşên hovane yên terorîstên DAIŞê, Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê berê xwe dan şerê li dijî terorîstan û li gelek navçeyên sînorî hatin valakirin. Mixabin li şûna ku piştgîrîkirina ezmûna Herêma Kurdistanê bikin, çekdarên PKKê ev navçeyên sînorî dagîr kirine û pişt re hin navçeyên din jî dagîr kirine û xwe wek şûna hikûmetê ferz kirine û rê li ber avedankirina mal û gundan digirin û eger serdana navçeyên xwe bikin jî, bacan jê werdigirin. Bê guman, ev tevger ne cihê qebûlkirinê ne. Helwesta welatparêz û welatperwer bi kirdarî xuya dike, ne ku bi axaftinê.

Li vir divê em bînin bîra xwe ku dema dest bi çalakiyên xwe kirin, me bi her cure alîkariyê alîkarî da wan. Berevajiyê vê yekê helwestekê, helwesteke necamêrane girtin û piştre di çend qonaxan de şer li ser me ferz kirin û di encamê de em hemû zerermend bûn.

Helwesta herî baş di vê demê de, rêzgirtina li desthilata rewa û yasayî ya Herêmê ye û herwiha valakirina hemû wan deveran e ku bi rêya sepandina hêzên çekdarî hatine dagirkirin û bûne cihê metirsiyê ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê. Niha jî bi sedan gund ji ber hebûna çekdarên PKKê nehatine avakirin û kirine qada şer û pevçûnan.

Ez li vir ji hemû aliyan daxwaz dikim, ji bo rewşa welatê me ji vê zêdetir têk neçe û cihên wêrankirî werin avakirin û rê li ber aloziya zêdetir û bûyerên nexwestî were girtin, pêwîst e rê nedin xwesepandina neyasayî ya ti aliyekî û piştevaniya xebat û qurbaniya Pêşmerge û gelê me yê zilmlêkirî bikin û di asta berpirsyariya vê qonaxê de bin.