Tendirustiya Cizîrê: Divê welatî xwe ji Koronayê biparêzin

Zêdebûna hejmara pêketiyên vîrûsa Korona li rojavayê Kurdistanê, metirsî li cem Desteya Tendirustiyê peyda kiriye.
kurdistan24.net

 

Qamişlo (K24) – Zêdebûna hejmara pêketiyên vîrûsa Korona li rojavayê Kurdistanê, metirsî li cem Desteya Tendirustiyê peyda kiriye. Desteya Tendirustiyê dibêje, xelkê deverê pabendî biryaran nabin û xwe naparêzin. Herwiha Desteya navborî dibêje, rewş nema tê kontrolkirin û karînên wan ên tendirustî kêm in, loma divê welatî pabendî rêkarên rûbirûbûna koronayê bibin.

Heverokê Tendirustiya Cizîrê Mistefa Keleş ji K24ê re got: “Em hêvîdar in ku welatî pabendî biryarên Desteya Tendirustiyê bibin, bi taybet jî danîna maskan. Bikaranîna maskan rêjeya pêketina bi vîrûsê kêm dike. Herwiha divê welatî haje dûrketina ji hev jî hebin. Xweparastina kesayetî gelekî girîng e, şuştina destan û bikaranîna dermanên pakirinê.”

Li rojavayê Kurdistanê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine 4 hezar kes derbas kiriye. Desteya Tendirustiyê jî dibêje, bi hatina werzê Zivistanê re, hejmara pêketiyan dê zêdetir bibe.

Amadebaşiya navendên kerentînê ne di asta pêwîst de ye û amûre û alavên pêşketî li rojavayê Kurdistanê peyda nabin. Herwiha ti sazî û rêxistinên navdewletî yên tendirustiyê bi deverê re ne alîkar in û hemû alîkariyên ku derbasî deverê dibin jî, radestî rêjîma Sûriyê dikin. Ev yek jî dihêle Rêveberiya Xweser ji bo rûbirûbûna Koronayê destgirêdayî bimîne.