Li seranserê Dêrikê qedexeya derketina derve hat ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Krîzê ya ser bi Rêveberiya Xweser ragihand; ji ber zêdebûna pêketina bi vîrûsa koronayê (Covid-19), li bajarê Dêrikê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Şaneya Krîzê îro sêşemê ragihand ku qedexeya derketina derve ya li seranserê bajar û bajarokên Dêrikê, roja înê 6ê Mijdara 2020an dest pê dike û dê heta 14 rojan berdewam bike.
Herwiha hat eşkerekirin; qedexeya derketina derve tevahiya dibistan, mizgeft, dêr, yarîgeh û hemû bazaran li xwe digre, ji bilî dikanên firotina sewze û kelûpelên xwarinê yên li taxan û ew jî heta demjimêr 13:00ê rojê dikarin vekirî bin.
Ev biryar piştî wê yekê hat ku li bajar û bajarokên Dêrikê yên rojavayê Kurdistanê hejmara pêketina bi koronayê zêde bûye.