PAK: Dewleta Federe destkeftineke hemû Kurdistanîyan e, divê em bipararêzin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bangî rêvebirîya PKKyê dike, piştgirîya banga Birêz Serok Mesûd Barzanî bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bangî rêvebirîya PKKê dike, piştgirîya banga Birêz Serok Mesûd Barzanî bike û demildest bi dîyaloga li gel Rêvebirîya Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanê re gavên pêwîst bavêjin; rêzê li hebûn, îrade, serwerî, meşrûîyet û biryarên Parlamento, Hikûmet û Serokatîya Herêma Kurdistanê bigirin.

Roja Çarşemê 4.11.2020 çekdarên PKK li nahiya Çemankê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve êrişî ser hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kir û di encam de Pêşmergeyek şehîd bû û hejmarek Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê îro daxuyaniyek derbarê êrîşa çekdarên PKKê li ser hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li nahiya Çemankê ya ser bi Amêdiyê ve belav kir, evê li jêr deqa wê ye:

Dewleta Federe destkeftineke hemû Kurdistanîyan e, divê em bipararêzin û divê pirsgirêk jî bi rêyên dîyalogê bêne çareser kirin.

Nûçeyên ku ji Başûrê Kurdistanê belav dibin, nîşan dide ku îro li dor û bera Amêdîyê di encama êrîşeke PKKyê ya li ser Hêzên Pêşmerge de pêşmergeyek şehîd ketîye, çend pêşmerge jî birîndar bûne û şerek derketîye.

Daxwaz û hêvîyên me ew e ku ev şer dewam neke, berfirehtir nebe û rê li xeterîyên mezintir veneke.

Gava ku Birêz Serok Mesud Barzanî digot ‘’Şerê di nav Kurdan de heram e, emê ji îro pê ve rê nedin şerên bi vî rengî’’; ev gotin encama tecrube, êş, zanîn û dûrbînîyeke bi hest û bîr bawerîyeke netewî, niştimanî ve hatîye hûnandin bû.

Em di wê bawerîyê de ne ku daxuyanî û banga Birêz Serok Mesud Barzanî ya ku roja 02.11.2020ê hatîye belav kirin jî, bangeke ku her li ser esasê vê hişmendî û hesasîyeta netewî û welatperwerîyê hatîye ava kirin.

Banga Birêz Serok Mesud Barzanî ne banga şerî ye; bileqisê wê bangeke ku şansê dide rêlibergirtina şerê di nav Kurdan de.

Aşkere ye ku şerê di nav Kurdan de, dê Kurdên Başûr û Bakur ji hevdu sar bikin, dê birînên kûr di dilê Kurdan de veke, dê zerareke mezin bide destkeftinên federe yên li Başûrê Kurdistanê, dê zerareke mezin bigihîne pêvajoya lihevhatina di nav ENKS û PYNKyê de û dê zerarê bide doza azadîya gelê me ya li Rojhilatê Kurdistanê.

Tecrubeyên gelê me yên dîrokî û yên van demên dawî bi zelalî îspat kirîye ku, heqî û neheqî li alîyekî, sebebê wê çi dibe bila bibe, şerê di nav Kurdan de tu feyde ji Kurdan re neanîye; yê zerar dîtîye her Kurd bi xwe bûne, yên jê feyde wergirtine jî xêrnexwaz û dijminên miletê Kurd bûne.

Bi van hest û bîr û bawerîyan, em bangî rêvebirîya PKKyê dikin ku, piştgirîya banga Birêz Serok Mesûd Barzanî bikin û demildest bi dîyaloga li gel Rêvebirîya Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanê re gavên pêwîst bavêjin; rêzê li hebûn, îrade, serwerî, meşrûîyet û biryarên Parlamento, Hikûmet û Serokatîya Herêma Kurdistanê bigirin.

Em bangî hemû partî, rêxistin û dezgah û kesayetên her çar perçeyên Kurdistanê dikin da ku em bi yek helwestê rê li ber nexweşî, tûnd û tûjî, şer û birînên nû  yên di nava Kurdan de bigirin. Ji bo hemû pirsgirêk bi rêyên dîyalogê bêne çareser kirin divê em helwesteke yekgirtî bigirin.

04.11.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê