PDK-Bakur: Kiryarên PKKê xizmeta Kurd û Kurdistanê nake

Partîya Demokrat a Kurdistanê - Bakur (PDK-Bakur) erîşa PKKê bo ser Pêşmerge şermezar kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Partîya Demokrat a Kurdistanê - Bakur (PDK-Bakur) erîşa PKKê bo ser Pêşmerge li nahiyeya Çemankê ya parêzgeha Duhokê li Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir, ku di wê êrîşê de Peşmergeyek şêhîd bû.

PDK-Bakur diyar dike: “Destkeftîyên li başûr bi hêsanî bi dest neketin. Di encama ked, xebat û tekoşîna gelê me û qurbanîyên nezîki 200 hezar şêdîdên Enfalê, bajarê şehîd Helebçeyê, 8 hezar zedetirîn şehîdên Barzanî yê sivîlên wek şehîden Enfalê ku li çolên başûrê Iraqê hatin şehîdkirin û di encama Şoreşa Îlonê de ku bi pêşengîya nemir Mela Mistefa Barzanî de meşiya hatin bi destxistin.”

Daxuyanîya PDK-Bakur wiha ye:

Partîya Demokrat a Kurdistanê - Bakur (PDK-Bakur) erîşa PKK li ser Pêşmerge li nahiyeya Çemankê li parêzgeha Duhokê li Herêma Kurdistan bi tundî şermezar dike. Di wê erîşê de Peşmergeyek şêhîd bû û yek jî birîndar e.

Ew kiryarên PKK dema wisa xizmeta Kurd û Kurdistanê nake.

Herêma Kurdistan warên sîyasî, aborî roj bi roj pêş dikeve. Destkeftîyên li başûr bi hêsanî bi dest neketin. Di encama ked, xebat û tekoşîna gelê me û qurbanîyên nezîki 200 hezar şêdîdên Enfalê, bajarê şehîd Helebçeyê, 8 hezar zedetirîn şehîdên Barzanî yê sivîlên wek şehîden Enfalê ku li çolên başûrê Iraqê hatin şehîdkirin û di encama Şoreşa Îlonê de ku bi pêşengîya nemir Mela Mistefa Barzanî de meşiya hatin bi destxistin. Di nav vî hevîrî de bi sed hezaran qurbanîyê Kurdistanî hene.

Parlamento, hikûmet û Serokê Herêma Kurdistanê kiyanên rewan in, ku bi hilbijartinên demokratîk îradeya gelê me temsîl dike. Sazîyên Kurdistanê xwedî meşruîyetê netewî û navnetewî ne. Ji bo wî dewletên dagirker nexwazin Herêma Kurdistan bi peşkeve. Ger kî astengî li ber meşruîyetê Herêma Kurdistan derdixînê xizmeta sîyaseta dijmin dike.

Em banga PKK dikin rêzê li yasayên û îradeya sîyasî ya Herêma Kurdistanê bigre. Divê PKK destwerdanê di karûbarên navxweyî yen Herêma Kurdistane de neke.

Em banga aliyên Kurdistanê dikin, rê li ber şer navbera Kurdan bê girtin.

PDK-Bakur